Print this page

Peyama Cejnê ya Hevşaredarên Şaredariya Amedê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, bi peyama ku belav kirin Cejna Qurbanê li hemû welatiyan pîroz kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşandin.

Peyama Hevserokatiyê wiha ye:

“Em bi hev re Cejna Qurbanê derbas dikin û piştî 8 salan li bajarê me yê qedîm ku dîroka wê xwe digihîne deh hezar salî, em hevdu hembêz dikin.

Em hêvî dikin ku ev cejn; Mizgîniya rojên ku bê şer bîne, êş û pevçûn li hemû cîhanê biqedin, rondikên çavên dayikan rawestin û aştî wek alekê li ba bibe.

Bi vê minasebetê em Cejna Qurbanê li hemû welatiyên xwe pîroz dikin û ji wan re aştî, aramî û bextewariyê dixwazin.”