Print this page

Şewata ku li zeviya 150 donim a genimî ketibû hat vemirandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, midaxaleyî şewata ku li zeviya genimî pêketibû, kir.

Li ser îxbara şewatê ya ku li ser xeta 'Hewar 112' hat sitandin, Midûriyeta Îtfaiyê tedbîr girt.

Ekîbên îtfaiyeyê bi 3 wesayit û 9 neferan mudaxeleyî şewata ku tê texmînkirin di encama avêtina madeyên şewatê de li Taxa Fetihê ya navçeya Sûrê derketiye, kir.

Şewata ku zirar da sed û pêncî donim zeviya çandiniyê û dused darên hinarê, bi piştgiriya welatiyan hat vemirandin.