Print this page

Hevserok Bucak serdanên xwe yên malbatan domand

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bi minasebeta Cejna Qurbanê serdanên xwe yên bo malbatan berdewam kirin.

Hevşaredar Bucak ku hin malên li taxên Azîziye û Palûkê ên navçeya Yenîşehîrê ziyaret kir, cejna malbatan pîroz kir.

Hevşaredar Bucak demekê bi ferdên malbatê re hat cem hev û wekî Şaredariya Bajarê Mezin der barê xebatên li bajêr tên kirin û plankirin de agahî da.

Herweha Bucak hêviyên welatiyan ên ji Şaredariya Bajarê Mezin jî pirsîn.