Print this page

Hevserokan li Taxa Qubeşî bi gel re hevdîtinek pêk anî

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn li Taxa Qubeşî bi welatiyan re hatin cem hev.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn serdanên xwe yên taxan didomînin.

Hevserok Bucak û Hatûn li Taxa Qubeşî ya navçeya Yenîşehîrê bi welatiyan re hatin cem hev, li pirsgirêkên taxê guhdarî kirin û ji bo çareseriyê nêrînên xwe anîn ziman.

"Deriyê şaredariya me ji her kesî re vekirî ye"

Hevserok Bucak di destpêka axaftina xwe de cejna welatiyan pîroz kir.

Hevserok Bucak bal kişand ser pirsgirêkên dawî yên der barê avê de û diyar kir ku ew hemû giliyên ku distînin bi hûrgilî dinirxînin û rêyên çareseriyê dibînin.

Hevserok Bucak weha axivî:

"Deriyê şaredariya me ji her kesî re vekirî ye, ger tengasî an jî kêmasî hebe, welatiyên me dikarin rasterast bi me re, an jî bi hevşaredarên navçeyan û endamên meclîsê re hevdîtinê pêk bînin û pirsgirêkên xwe bînin ziman."

Hevserok Bucak axaftina xwe wiha domand:

"Gelê me xwediyê şaredariyê ye, hemû gelê Amedê xwediyê şaredariyê ye. Heya hûn ji cihê rast, bi kanaleke rast xwe bigihînin me û pirsgirêkên xwe ji me re ragihînin. Em tu carî pişta xwe nadin rêbazên çaseresiyê. Ji roja ewil a eydê ve midûrê me yê giştî û serokên dezgehan bêyî xew li serê SCADA nobedê digirin. Sedema sereke ya kêmbûna avê bi rêbazên nelirê avdana baxçeyan e. Ji ber vê rêbazê nahêlin av bê malên we. Em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin."

Piştre Hevserok Dogan Hatûn axivî, cejna welatiyan pîroz kir û wiha got:

“Roja me mazbata wergirt û em ketin nav şaredariyê me got, em hevşaredarên 2 milyonî ne, yê hemû bajêr in. Lewra pirsgirêkên 2 milyon şêniyên vî bajarî tevayî pirsgirêkên me ne. Li kû derê pirsgirêkek hebe hewce ye em bi hev re çareser bikin. Pirsgirêk bi kesan tenê çareser nabe. Divê pirsgirêk li cihê rast were ziman û dû re em bi hev re li ser çareseriyê biaxivin, biryar bidin û çareser bikin.” 

"Li dijî me propagandaya reş dikin"

Hatun diyar kir ku li ser avê propagandaya reş tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Ev çend roj e pirsgirêka avê bûye rojev, herwekî çawa em hatine qaşo em avê nadin gel. Li dijî me di ser avê re propagandayeke reş dikin. Ev kesên han neyarên gel in. Partiya me tenê wezîfeyek daye pêşiya me; hûn ê vî malê gel biparêzin û wî bo xizmeta gel bi kar bînin. Bendava Keça Qirêl hûn tev dizanin. Li ser serê wê tesîsek wek otêleke 5 stêrk hatiye avakirin. Nêzî 300 mîlyon pere lê xerc kirine. Ev tesis bi pereyê belediyê bo DSİyê çêkirine. Pereyê ji bo avê li vir xerc kirine. Û wekî vê gelek tiştên din hene.”

Herweha piştî civîna gel hevserok Bucak û Hatûn xebatên taxê seh kirin.

Hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê, endamên meclisa şaredariya bajarê mezin û serokên daîreyan bi hevserokan re amade bûn.