Print this page

Hevserokan serdana Mêvanxaneya Keçikan kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdana Mêvanxaneya Keçan kir û ew lêkolîn kirin.

Hevserokên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Baglarê serdana Mêvanxaneya Keçikan kir. Hevserokan der barê mêvanxaneyê de agahî girtin û li avahiyê geriyan û lêkolîn kirin.

Piştre Hevserokan bi xebatkarên mêvanxaneyê re hatin cem hev û sohbet kirin.