Print this page

Hevşaredaran serdana DÎŞTÎyê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, DÎŞTÎ ziyaret kirin û daxwazên ajansên geştiyariyê guhdar kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun Xebatên Termînala Navbajaran a Amedê (DÎŞTÎ) ziyaret kirin. Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz û serokên dezgehan bi Hevşaredaran re bûn. 

Hevşaredaran destpêkê serdana Diyar Masa ya di nava Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de kir û Midûriyeta Zabiteyan a girêdayî Midûriyeta Zabiteyan ziyaret kirin. 

Piştre Hevşaredaran li hundirê DÎŞTÎyê odeya kamerayan, xwaringeh, lênêrîna zarokan û odeya şîrdanê kontrol kirin. 

Hevşaredaran guh dan daxwazan

Hevşaredaran yek bi yek serdana ajans û esnafan kirin, bi xebatkarên ajans û esnafan re sohbet kirin û daxwazên wan guhdar kirin. Hevşaredaran ji bo daxwazên wekî "Ewlehî, deriyên girtî, darûberkirin û paqijkirin" pêşkêşî wan kirin, yekîneyên têkildar erkdar kirin. 

'Wesayîtan bi ava vexwarinê neşûn'

Piştre jî Hevşaredaran qada şûştina wesayîtan kontrol kirin û hişyarî dan û diyar kirin ku şûştina wesayîtan bi ava vexwarinê nayê kirin.