Print this page

Hevşaredaran mazûvaniya heyeta GGCyê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber qebûl kirin.

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) Felat Bozarslan û endamên desteya rêveber, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Di serdanê de li ser azadiya çapemeniyê, piştgiriya medyaya herêmî, mafên civakî yên rojnamegeran, avakirina Muzeya Çapemeniyê ya Amedê û pirsgirêkên bajêr bi taybetî jî der barê kêşeya çûnûhatinê de, nêrîn hatin parvekirin.

Di hevdîtinê de Hevşaredaran kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman, bal kişandin ser azadiya çapemeniyê û gotin ku ew weke şaredarî dê piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî bidomînin.

Heyeta GGCyê ji Hevşaredaran re di peywira xwe de serkeftin xwest.

Image Gallery