Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Kulûba Amedsporê Azîz Elaldî û endamên desteya rêveber qebûl kirin.
Serokê Klûba Amedsporê Azîz Elaldî û endamên desteya rêveber hatin serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi Elaldî û şandeya pê re civînek li dar xist.
Hevşaredaran ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji Amedsporê re di Lîga 1. de serkeftin xwestin.
Piştî hevdîtinê Elaldî û Cîgira Serokê Kulûbê Şeyda Aslantaş formayên Amedsporê diyarî Hevşaredar Bucak û Hatun kirin.