Print this page

Ji Şaredariya Hezexê serdana Hevşaredaran

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarê Hezexê Dogan Adîbellî û endamên meclîsê pêşwazî kirin.

Hevşaredarê Navçeya Hezexê ya Şirnexê Dogan Adîbellî û endamên meclîsê, serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Hevşaredar Bucak û Hatun bi Hevşaredar Adîbellî û endamên meclîsê re der barê xebatên li Hezex û Amedê de nêrînên xwe anîn ziman.

Hevşaredar Bucak û Hatun ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya hevşaredar Adîbellî û endamên meclîsê kir.

 

Image Gallery