Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî bernameya resepsiyona ku bi boneya 75emîn salvegera damezrandina Çînê li Enqereyê hat lidarxistin, bûn.
Li Enqereyê bi munasebeta 75emîn salvegera damezrandina Komara Gel a Çînê li otelekê resepsiyonek hat lidarxistin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ji Sefareta Stenbolê û gelek mêvan beşdarî resepsiyona ku ji aliyê Balyozxaneya Çînê ya li Enqereyê Balyoz Liu Shaobin ve hat lidarxistin bûn.
Hevşaredar ji aliyê Balyoz Shaobin û Sefîrê Stenbolê Wei Xiaodong ve hatin pêşwazîkirin.