Print this page

Li Çermûgê cihê firotin û serjêkirina sewalan amade ye

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên cihê firotin û serjêkirina heywanan a li navçeya Çermûgê li qadeke 4 hezar metrekare hatiye çêkirin, temam kir.

Midûrtiya Karûbarên Fenî ji bo welatî karibin li Çermûgê di hawîrdoreke saxlem de sewalan bifiroşin û serjê bikin projeyek amade kir. Di çarçoveya projeya ku bi 15 milyon TL îhale hat kirin de qadeke firotin û serjêkirina heywanan ji 4 hezar metrekareyî hat çêkirin.

Bi saya tesîsê welatiyên ku li navçeya Çermûgê û navçeyên derdora wê bi sewalkariyê re mijûl dibin dê heywanên ku diçêrînin bifiroşin.

 

Image Gallery