Print this page

Hevşaredaran mazûvaniya Hevseroka KESKê Koçak kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevseroka KESKê Ayfer Koçak kir mêvan.

Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak, endamên lijneya rêveberiya navendî û nûnerên Platforma Şaxên KESKê ya Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ziyaret kir.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredaran bi heyeta KESKê re hevdîtinek pêk anîn.

Di serdanê de der barê xebatên sendîkayan de nêrîn hatin guherandin.

Heyeta KESKê Hevşaredar pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin xwest.

Hevşaredaran ji ber serdanê spasiya heyeta KESKê kir.