Print this page

Odeya Bijîşkên Diranan serdana Şaredariyê kir

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, Serokê Odeya Bijîşkên Diranan Alî Îhsan Guney û endamên lijneya rêveberiyê pêşwazî kir.

Serokê Odeya Bijîşkên Diranan a Amedê Alî Îhsan Guney û endamên lijneya rêveberiyê serdana Şaredariya Bajarê Mezin kir.

Piştî pêşwazîkirinê Hevşaredar Dogan Hatun bi Guney û endamên lijneyê re civiya.

Di hevdîtinê de ji bo 8emîn Kongreya Diranan a Navneteweyî ya ku wê di navbera 25-28ê Îlona 2025an de li Amedê bê lidarxistin, nêrîn hatin parvekirin.

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û endamên Komîsyona Tenduristiyê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin bi Hevşaredar Hatun re amade bûn.

 

Image Gallery