Print this page

Şaredariya Bajarê Mezin hezar çopdank bi cî kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê de ji 4 hezar çopdankên ku armanc e wan di demarên sereke yên bajêr de dabîn bikin, hezar û 100ê wan danîn. Esnafan kêfxweşiya xwe ya ji ber xebatê anîn ziman û hişyarî dan ku çopa xwe neavêjin erdê û zirarê nedin çopdankan.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya kampanyaya paqijiyê ya ku di 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê de bi şîara "Ez ji Amedê hez dikim, qirêj nakim" da destpêkirin, xebatên xwe didomîne.

Ekîb li kuçe û bulvarên bajêr ên ku çopdank lê winda ne, şikestine an jî berê lê nehatine bicihkirin çopdankan datîne. Bi taybetî li ser daxwaza zêde ya gel, hemû çopdank li rêyên meşê û bulvaran bi yên nû tên guhertin. Di vê çarçoveyê de ekîban ji 4000 çopdankan 1000ê wan ku dixwestin di demarên sereke yên bajêr de bi cih bikin, bi cî kirin û dan ber xizmeta gel.

'Me li gelek nuqteyan çopdank danîn'

Gerînendeyê Şaxa Bermahiyên Hişkî yên Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Mehmet Baran der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku ji bo bigihêjin hejmara hedefa 4 hezar çopdankan xebatên xwe didomînin. Baran got, “Bi taybetî ji Baxlarê li kolanên Dortyol, Sakarya, Sunay, Emek, Aydin Aslan, Fatih, Gursel, Goçmenlerê, Yenişehirê, Ofis, Yaşar Kemal (Ekinciler), Gevran, Şehitlik û Sezai Karakoç çopdank danîne.”

Baran bal kişand ku ev jimare çopdank cara ewil li bajêr hatin danîn û ji welatiyan xwest ku piştgiriyê bidin vê xebatê.

Baran, anî ziman ku bi saziyên perwerdeyê re der barê paqijiyê de daxuyaniyên giştî didin û bi saziyên perwerdehiyê re xebatên hevpar tên kirin û wiha got: “Em li şûna hemû çopdankên kevin, rizyayî, bêkêr, deforme û nehatine bikaranîn, çopdankên nû datînin. Çopdankên me domdar û estetîk in. Em ji esnaf û hemwelatiyan dixwazin ku li çopdankan xwedî derkevin; Ji ber ku çopdank piştî ku tên danînkirin yekser ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tên şikandin û zirarê dibînin."

'Her rewşên neyînî ji ALO 153 re ragihînin'

Baran anî ziman ku paqijî ne tenê komkirina çopê ye û diyar kir ku ew rastî gelek rewşên neyînî yên ku gemarî çêdike re rû bi rû ne, bi taybetî nivîsandina li ser dîwaran an jî cihên din ji aliyê hin kesan ve. Baran ji welatiyan bi taybetî jî esnafan xwest ku pêşî li rewşên bi vî rengî bigirin û rewşên neyînî ji xeta ALO 153 a Şaredariya Bajarê Mezin re ragihînin.

'Em ji xebatên paqijiyê yên şaredariyê memnûn in'

Dikandar Ahmet Kaçan, anî ziman ku ew ji xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê memnûn in û wiha got: “Berê li vir çopdank tunebûn. Şikir ji Xwedê re, wan çopdankên xweşik ên dîtbar danîne. Hêvîdar im, em ê zêdetir girîngiyê bidin paqijiyê. Şaredarî serê sibê paqijiyê dike, em razî ne. Gava ku em sibehê têne, her tişt paqij e." 

'Me daxwaz kir, dest bi xebatê kirin'

Esnafekî din Îbrahîm Kaçan jî diyar kir ku berê li Bulvara Selahattîn Eyyûbî çopdank tunebûn, ji ber vê yekê wan daxwaz ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Kaçan wiha got: “Spas ji wan re, wan daxwaza me qebûl kirin û di zûtirîn dem de dest bi xebatê kirin” û ji ber vê xizmeta han spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

'Em çopê xwe neavêjin erdê'

Esnaf Salîh Yurtseven bi bîr xist ku li Bulvara Salahattîn Eyyûbî çopdank winda bûne û got, “Me ev yek ji şaredariyê xwest. Spas, wan bersiva daxwaza me da. Li gelek cihan çopdankên me bi cih kirin. Em spasiya wan dikin û ji gelê xwe wiha dixwazin; Bila çopê xwe neavêjin erdê. Werin em bavêjin çopên xwe bavêjin çopdankan û qet zirarê nedin van çopdankan. Em ji xizmeta Şaredariya Bajarê Mezin memnûn in.”

 

Image Gallery