Print this page

Komeleya Hilberînerên Fistiqan serdana Hevşaredar Bucak kir

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, mazûvaniya Serokê Komeleya Hilberînerên Fistiqan a Amedê û endamên desteya rêveberiyê kir.

Serokê Komeleya Hilberînerên Fistiqan a Amedê Celalettîn Bîrtane û endamên lijneyê çûn serdana Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak.

Di serdanê de ji bo hevgirtinê, dayîna şitlan û piştgirîkirina cotkarên biçûk û xurtkirina hevkariyê gotûbêj hatin kirin.

Di serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Hevserokên Meclîsê Emîne Akîn û Abdulselam Înceoren û Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer bi Hevşaredar Bucak re amade bûn.

 

Image Gallery