Print this page

Kursên sporê yên bêpere dest pê kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşxistina şiyanên zarok û ciwanan kursên sporê li dar dixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo zarok û ciwanan kursên sporê li dar dixe. Bi rêya kursên ku dê di beşên ajnê, futbolê, lîstikên aqil û zekayê, tekvando û tenîsa kortê de bên dayîn, beşdar dê şansê vedîtin û pêşxistina şiyanên xwe bi dest bixin. Zarok û ciwanên di navbera 8-16 salî de dikarin serî li kursan bidin û perwerde dê bi pisporên profesyonel re bê dayîn.

Sporvanên xwedî şiyan dê bên vedîtin

Piştî temambûna kursan, zarok û ciwanên jêhatî yên bi şiyan dê ji bo beşên têkildar ên kulûba Diyarbekir Buyukşehirsporê bên arastekirin.

 

Cih û dema qeydkirinê

Yên ku dixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin di navbera 7-12'ê Çileyê de li Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ya li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê qeyda xwe çêkin. Perwerdehiya di beşan de dê piştî qeydkirinê dest pê bike.