Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi rojeva 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê civiya.
Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, ku di hefteya ewil a her mehê de ji bo wekheviya zayendî bixebite dicive, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê bi rojeva 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê careke din kom bû.
Di civîna ku bi beşdariya karmendek jin a ji her yek ji serokên daîreyên Şaredariya Bajarê Mezin û nûnerên endamên meclîsa şaredariyê hat lidarxistin de, çalakî û plansaziyên ku ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bên lidarxistin hatin rojevê.