Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, rapora sê mehên kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şiddetê rawestînin" aşkere kir û diyar kir ku ji Wanê heta Amedê, ji Agiriyê heta Bedlîsê, li erdnîgariyeke berfireh ew gihîştine zêdetirî 15 hezar jinan û piştgiriya jinan ji nû ve hat avakirin.
Rapora xebata sê mehên kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şiddetê rawestînin" a ku di 13'ê Mijdara 2024'an de ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve, di nav de Şaredariya Mezin a Amedê jî heyî, hatibû destpêkirin, hat aşkerekirin. Li Salona Konferansê ya Elî Emîrî ya di avahiya şaredariyê de civînek hat lidarxistin û Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçe û bajaran û nûnerên saziyên jinan beşdar bûn. Di civînê de sînevîzyona ku xebatên şaredariyê yên ji bo jinan tê de cih digirtin hat nîşandan.
Hevserok Bucak, versiyona tirkî ya rapora kampanyayê xwend, Hevseroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr a ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî versiyona kurdî xwend.
Hevserok Bucak beriya xwendina raporê, silava Hevseroka Şaredariya Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku ji ber tayînkirina qeyûm nikaribû were çalakiyê, ragihand. Hevserok Bucak diyar kir ku Wan li dijî qeyûm li ber xwe dide û bernameya wê ya giran heye, silav ji gelê Wanê re şand.
Hevşaredar Bucak: Sepandina qeyûman polîtîkayên jinan asteng kiriye
Piştre Hevşaredar Bucak raporê xwend û bal kişand ser wê yekê ku prensîba bingehîn a demokrasiya herêmî ew e ku îradeya gel bê navber û azad li mekanîzmayên rêvebirinê were nîşandan. Bucak got: "Lê mixabin, sepandinên qeyûman ên ku demeke dirêj in berdewam dikin, nehişt ku rêveberiyên herêmî bersiva pêdiviyên rastîn ên gel bidin û pêkanîna polîtîkayên şaredariyan ên li ser wekheviya civakî, aborî û zayendî asteng kir."
'Saziyên jinan hatin girtin, jin ji kar hatin derxistin'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku qeyûman polîtîkayên civakî yên ku şaredarî li gorî daxwazên gel dimeşînin bêbandor kirine û bi taybetî xebatên wek Navendên Piştgiriya Jinan, Stargehên Jinan, Xeta Şiddetê ya ku di têkoşîna li dijî cudakarî û şiddeta ku jin di jiyana rojane de pê re rû bi rû dimînin de girîng in, ji aliyê qeyûman ve hatine girtin û piraniya jinên ku di van qadan de dixebitin ji kar hatine derxistin.
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku ev rewş dibe sedema tenêmayîn, bêparastinmayîn û ji mafên xwe yên bingehîn bêparbûna jinên ku hewcedarî piştgiriya rêveberiyên herêmî ne û jinên ku rastî şiddetê tên. Bucak wiha domand: "Bi midaxeleya qeyûman ne tenê xizmetên heyî hatin rakirin, di heman demê de pêşî li avakirina xizmetên nû jî hat girtin. Pêşketina projeyên şaredariyan ên ku wekheviya zayendî û mafên jinan xurt dikin nêzîkî bêîmkan hat kirin, navendên piştgiriya jinan pasîf hatin hiştin an jî hatin girtin, yekîneyên wekheviya zayendî li şaredariyan hatin girtin û xebatên li ser têkoşîna li dijî şiddetê hatin rakirin. Lê belê digel van hemû astengiyan, piştî ku rêveberiyên herêmî cardin gihîştin îradeya gel, me dest bi xebatên xwe kir. Di 13'ê Mijdara 2024'an de me wek Polîtîkayên Jinan ên Şaredariyên DEM Partiyê kampanyaya 'Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şiddetê rawestînin' da destpêkirin. Bi vê kampanyayê me hedef girt ku bi kirina xebatên di qada wekheviya zayendî de piştgiriya jinan ji nû ve xurt bikin û bi awayekî bi bandor têkoşîna li dijî şiddeta li ser jinan bikin."
'Gihîştin zêdetirî 15 hezar jinan'
Hevşaredar Bucak got ku di vê çarçoveyê de ew gihîştinr zêdetirî 15 hezar jinan û li tax bi tax, gund bi gund xebatên berfireh ên hişyarkirinê pêk anîne. Bucakê destnîşan kir ku bi vekirina ji nû ve ya Navendên Piştgiriya Jinan, stargehan û Xetên Şiddetê re, mekanîzmayên têkoşînê xurt bûn. Bucak anî ziman ku li hemû bajar û navçeyan perwerdehî li ser mafên jinan, wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî şiddetê hatin lidarxistin û şaredariyên DEM Partiyê di vê çarçoveyê de bi kampanyayên medyaya civakî, billboardan û bi rêya medyaya herêmî xebatên xuyakirinê pêk anîn û xebatên li ser hişyariya civakî kirin.
Hevşaredar Bucak got ku kampanyaya "Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şiddetê rawestînin" piştgiriya jinan xurt û mezin kir û piştre kurteya xebatên sê mehan parve kir.
Bucak diyar kir ku li tax, gund, bajarok û saziyên girêdayî şaredariyan xebatên hişyarkirinê li ser 'Mekanîzmayên Têkoşîna li dijî Şiddeta li ser Jinan, Qanûna 6284, Wekheviya Zayendî, Ragihandina bê Şiddet, Rêbazên Têkoşîna li dijî Şiddeta Dîjîtal' hatin kirin. Herwiha "atolyeyên xweparastinê" hatin pêkanîn, "panela Têkoşîna Hiqûqî û Polîtîk li dijî Şiddeta li ser Jinan" hat lidarxistin, di çarçoveya rêbazên têkoşîna li dijî şiddeta li ser jinan de ji bo afirandina hişyariyê, li tax, bazar, AVM û gundan xebatên qadî hatin kirin û belavok hatin belavkirin.
Hevşaredar Bucak, diyar kir ku li ser platformên medyaya civakî ji bo hişyarkirinê afîş, bîlbord û vîdeo hatine çêkirin û li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan “Belgeya Helwesta li dijî Tundiyê” hatiye îmzekirin û wiha got: “Navenda jinan, navendên Piştevaniyê, Navendên Jiyana Jinan, Navendên Bêhnvedanê yên Jinan, li dijî tundiyê tevlêbûna jinan a aktîf araste dikin. Di çarçoveya kampanyayê de, têkiliyên jinên tên navendan, bi rêveberiyên herêmî re xurt bikin û ji bo tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan polîtîka û projeyên hildiberînin. Qada Polîtîkayên Jinê yên şaredariyên Partiya DEM’ê ne tenê saziyên ku di qada têkoşîna jinê de bîranîn in vekirin, di vê serdemê de qadên nû yên têkoşînê jî geş kirin.”
Sazî û navend vekirin
Hevşaredar Bucak diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê DÎKASUM, Navenda Piştevaniya Jinê ya Kayapinar û Pirtûkxaneya Xebatên Jinê ya Peyasê, Pirtûkxaneya Xebatên Jinê û Navenda Lêkolînê ya Wanê, Pirtûkxaneya Jinê ya Yuzen, Navenda Piştevaniya Jinan a Çil Kezî, Navenda Jinan a Soşevaniyê ya Sînemxanê, Navenda Jiyana Jinan a Sînemxan Soşevanî, Navenda Jinan a Soşevaniyê û Navenda Jinan a Jinan a Wanê, Navenda Piştevaniya Jinan a Agiriyê, Navenda Piştgiriya Jinê ya Mekiye Ana, Navenda Jiyanê a Jinan a Amargî, Navenda Jiyanê a Jinan a Şamîran, Navenda Jiyanê a Jinê ya Hebûn, Navenda Jiyanê a Jinê ya Seravê, 11 Malên Bêhnvedanê yên Jinan û Xeta Piştevaniya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin avakirin.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku di 3 mehên destpêkê yên kampanyaya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re şeddetê rawestînin” li erdnîgariyeke berfireh a ji Wanê heta Amedê, Agirî heta Bedlîsê digihêje zêdetirî 15 hezar jinan û destnîşan kir ku ji bo wekheviya zayendî û ji nû ve avakirina hevgirtina jinan gavên girîng hatin avêtin.
Hevşaredar Bucak, anî ziman ku pêngavên di 3 mehên destpêkê yên kampanyayê de hatin avêtin ji bo xebatên di pêşerojê de bên kirin zemîneke girîng amade kir û got, "Di pêşîgirtina li şîdeta li ser jinê û têkoşîna wekheviya zayendî de berpirsyariyeke mezin a şaredariyan heye û em bi gotina 'Gotina me neqediyaye' di nava têkoşînê de ne."
'Em 8'ê Adarê pîroz dikin'
Hevşaredar Bucak weha got, "Bi hêza ku em ji kampanyaya 'Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin' em ê polîtîkayên xwe yên jinan ên ku me wekî rêveberiyên herêmî bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ku îro dane destpêkirin, bidomînin. Em soz didin ku em ê di 8'ê Adarê de jî li qadan bin, dema ku em ber bi azadiyê ve bimeşin bi serhildana xwe mezinkirina têkoşîna xwe; Em 8’ê Adarê roja yekîtî, hevgirtin û têkoşîna jinên cîhanê pîroz dikin. Em li dijî kuştina jinan serî hildidin û ber bi azadiyê ve dimeşin."