Print this page

Hevşaredar Bucak, li navenda kursê lêkolîn kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, li navenda kursê ya şaredariyê ku li navçeya Sûrê ye, lêkolîn kir.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li navenda kursê ya şaredariyê ku li navçeya Sûrê ye û nêzîkî 300 xwendekar jê sûd werdigirin, lêkolîn kir. Hevşaredar Bucak, ku qatên navenda kursê gerandin, derbarê navendê de ji yekîneyên têkildar agahî wergirt.

Hevşaredar Bucak, ku daxwazên xwendekarên li navenda kursê guhdarî kir, ji bo çareserkirina kêmasiyên li navenda kursê yekîneyên têkildar wezîfedar kir.

Di dema lêkolînê de, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclisê, hevalbendiya Hevşaredar Bucak kirin.

 

Image Gallery