Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ku 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê ya karmendên jin ên li Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê dixebitin pîroz kir, diyar kir ku bi hevgirtin û têkoşîna jinan, ew dixwazin îsal 8'ê Adarê bi awayek din pîroz bikin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Doğan Hatun, 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê ya karmendên jin ên li Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ) dixebitin, pîroz kirin. Hevşaredar, li ber avahiya xizmetê ya DÎSKÎ'yê ji aliyê Alîkarên Rêveberê Giştî yê DÎSKÎ'yê Serdar Arslan, Îdrîs Ekmen, Seroka Daîreya Çavkaniyên Mirovî ya DÎSKÎ'yê Keziban Demir û Seroka Daîreya Ava Vexwarinê Rehşan Ozturk Taş ve hat pêşwazîkirin, silav li jinan kirin û 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê pîroz kir.
Hevşaredar Bucak: Em îsal dixwazin 8'ê Adarê bi awayek din pîroz bikin
Hevşaredar Bucak di çalakiyê de axivî, 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê ya hemû jinan pîroz kir û got: "Em we bi germahî û coşa ku 8'ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê dide me silav dikin. Me îro sibeh li Şaredariya Bajarê Mezin bi hevalên jin re pîrozbahiyek 8'ê Adarê kir. Bi rastî em dixwazin îsal 8'ê Adarê bi hêza ku rêxistinbûna jinan dide, bi hevgirtin û têkoşîna jinan bi awayek din pîroz bikin."
Bang ji bo mîtînga 8'ê Adarê
Hevşaredar Bucak bang kir ji bo mîtînga 8'ê Adarê ku dê sibê saet 11:00'an li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin û got divê hem jinên li DÎSKÎ'yê hem jî yên li Şaredariya Bajarê Mezin, bi awayekî ku li vî bajarî tê, di avakirina aştiyê de, di avakirina civaka demokratîk û pergala demokratîk a wekhev de rol û mîsyona xwe bilîzin. Hevşaredar Bucak weha got: "Li her derê, li qadan, li cihên kar, li taxan, li kolanan, li malan, li her qada civakê em dikevin qonaxeke ku em avakirina aştiyê mezin dikin û rola jinan dê bêtir derkeve holê. Ji ber vê yekê em mîtînga sibê û hebûna xwe ya wek jin piştî sibê pir girîng dibînin."
Piştî axaftinan Hevşaredar Bucak û yên pê re, diyarî pêşkêşî karmendên jin kirin. Jinan paşê bi çepik û zirneyan dilan girtin.
Di bernameya pîrozbahiyê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, serokên daîreyên jin û endamên meclisê ligel Hevşaredar Bucak bûn.