Print this page

Rahênana Lêgerîn û Rizgarkirinê li Bendava Dîcleyê

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî perwerdeyê, li Bendava Dîcleyê bi qayikê rahênana lêgerîn û rizgarkirinê li dar xist.

Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya ku di bin serperiştiya Serokatiya Daîreya Agirkujiyan de dixebite, bêyî ku havîn an zivistan bibêje, xebatên xwe didomîne da ku kesên di avê de winda bûne an di bin xetereyê de ne bibîne û rizgar bike.

Di çarçoveya van xebatan de, tîmeke 10 kesî hatiye avakirin ku li ser mijarên wekî "bikaranîna kompasê di bin avê de, nîşanên noqbûnê, rêveberiya pirsgirêkan, dîtina kes û tiştên windabûyî di bin avê de, noqbûna şevê, noqbûna kûr" perwerdeyeke pratîkî wergirtiye.

Di rahênanê de qayika lêgerîn û rizgarkirinê hat bikaranîn

Piştî perwerdeyê, tîmê li gola Bendava Dîcleyê rahênanek pêk anî ku tê de qayika lêgerîn û rizgarkirinê jî hat bikaranîn. Armanca vê rahênanê ew e ku tîm karibe erkên dijwar ên wekî mudaxelekirina bûyerên xeniqînê, lêgerîna kesên di lehî an lêavên de winda bûne, derxistina wesaît an tiştên di bin avê de mane, lêkolîna bermahiyên bin avê û pêkanîna operasyonên rizgarkirinê ger pêwîst be, bi cih bîne.

 

Image Gallery