Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Lûtkeya Bajarên Xwişk a Tirkiye-Almaniya bû ku bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Yekîtiya Şaredariyên Almanî (Deutscher Städtetag) hat lidarxistin.
Lûtkeya Bajarên Xwişk a Tirkiye-Almaniya ku bi hevkariya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) û Yekîtiya Şaredariyên Almanî (Deutscher Städtetag) hat lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya Stenbolê civiya.
Li Lûtkeyê mijarên "Bajar Wek Dînamîkên Xurt ên Demokrasî û Azadiyan" û "Civîna Maseya Gilover a Serokên Şaredariyê: Pêşeroja Hevkariya di Navbera Şaredariyên Tirkiye û Almaniyayê" hatin nîqaşkirin.
Di civîna "Bajar Wek Dînamîkên Xurt ên Demokrasî û Azadiyan" a Lûtkeyê de ku bi armanca xurtkirina têkiliyên di navbera bajarên her du welatan de hat lidarxistin, Hevşaredar Bucak axivî û got ku ew operasyona li dijî Ekrem Îmamoglu wek derbeyeke li dijî yekîtiya lihevkirina bajarî ya di hilbijartinên herêmî yên berî salekê li Tirkiyeyê dibînin.
'Ez dixwazim ku siyaseta qeyûman li Tirkiyeyê êdî bi dawî bibe'
Hevşaredar Bucak, balê kişand ser rejîma qeyûman a ku 8 sal in berdewam e û wiha axivî: "Bêguman, di şexsê Îmamoglu de, li parêzgehên Başûrê Rojhilatê welatê me, yanî li parêzgehên ku Kurd lê dijîn, ji 8 salan û vir ve rejîma qeyûman heye. Mixabin serokên şaredariyên hilbijartî tên şandin girtîgehan û mixabin li şûna wan qeyûm tên tayînkirin. Ha ev e ku demokrasiya herêmî jî ji vî aliyî ve pir girîng û pir pêwîst e. Ez dixwazim li ser vê xalê tekez bikim û dixwazim ku siyaseta qeyûman li Tirkiyeyê êdî bi dawî bibe. Eger desthilat siyaseta zext û polîtîkayên nedemokatîk berdewam bikin, dîsa jî rêya herî girîng a ku vê asteng bike, bajar, torên demokratîk ên di bajaran de û têkiliyên dîplomatîk in ku dê bajar bi hev re deynin. Têkiliyên lihevkirin û dîplomasiya bajarî ne. Ez dixwazim girîngiya vê tekez bikim."
'Em dixwazin bi bajarekî Almanyayê re bibin xwişkebajêr'
Bucak, da zanîn ku Diyarbekir hêj ne xwedî tu bajarekî xwişk e li Almanyayê û anî bîra me ku di sala 2014an de wan têkiliyên pir girîng bi şaredariya Hannoverê re ava kirine û wiha got: "Me projeyên xwe çêbûn da ku bajêr bi hev re werin, gel bi hev re werin. Em dixwazin ji îro pê ve careke din xebata xwişkebajariyê rojane bikin û bê guman em dixwazin bi bajarekî Almanyayê re bibin xwişkebajêr."
'Helwesta demokratîk a li bajaran ji bo azadiya jinan pir girîng e'
Hevşaredar Bucak, axaftina xwe wiha qedand: "Bêguman, helwesta demokratîk û rêxistinbûyîna gelan li bajaran herwiha ji aliyê azadiya jinan ve jî pir girîng e. Diyarbekir bajarekî azadîxwazê jinan e. Em bi polîtîkayên xwe yên femînîst, polîtîkayên xwe yên aştîxwaziya jinan dixwazin li hin bajarên Almanyayê torên jinan bînin ba hev, dîsa torên têkiliyên ciwan bînin ba hev, torên çandî bînin ba hev û bi vî awayî divê em karibin bajaran di polîtîkayên ciwan, çandî û jinan de bînin ba hev."
Di bernameya Lûtkeyê de gelek kes beşdar bûn, di nav de Cîgirê Serokê TBB û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Adanayê Zeydan Karalar, Rêveberê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, Direktora Ewropa Başûrê Rojhilat, Tirkiye, AGÎT û Balyozê Konseya Ewropayê Michael Reiffenstuel, Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Bajarên Almanî û Serokê Şaredariya Kolnê Henriette Reker, Cîgirê Serokê Yekîtiya Bajarên Almanî û Serokê Şaredariya Hannoverê Belit Onay.