Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wesayîtên ku di xetên K2 û S1 de dixebitin, heta herêmên nû yên rûniştinê yên taxa Qerenazê dirêj kir û xist ber xizmeta hemwelatîyan.
Rêveberiya Beşa Veguhastinê, ji bo pêşkêşkirina xizmeta veguhastina rehet û ewle bo hemwelatîyan xebatên xwe didomîne.
Ekîban, xebata ku ji bo dabînkirina gîhandina hemwelatiyên ku li cihên nû yên rûniştinê yên taxa Qerenazê ya navçeya Sûrê dijîn dest pê kiribû, temam kir.
Di çarçoveya xebatan de, xetên K2 û S1 heta Teknokentê li taxa Qerenazê hatin dirêjkirin.
5 hezar kes dê sûdê jê wergirin
Ji guherandina xetan, 5 hezar kesên ku li herêmên nû yên rûniştinê dijîn dê sûdê wergirin. Rêwîtiyên otobusan dê ji roja Pêncşemê 10'ê Nîsanê ve dest bi xizmetê bikin.
Xeta K2
Meydana Şêx Seîd - Dagkapı - Postexaneya Mezin - Qehwexaneya Esma - Waliyet - Ofîs - Koşuyolu - Batikent - Tesîsler - Nonova AVM - Seyrantepe - Sê Rê - Teknokent - Qereçali - Kervansaray - Qerebaş - Qebesakal
Xeta S1
Dagkapı - Pêşiya Galeriayê - Beşa Leşkeriyê - Koşuyolu - Bayramoglu - Tesîsler - Seyrantepe - Teknokent - Qereçali - Sê Rêya Lîcê - Taxa Kaxitli - Taxa Alabal - Taxa Çubuklu - Taxa Mermer