Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo rêya gundê Memedikan ê navçeya Pasûrê ku ji ber berfê girtîbû veke, dest bi xebatan kir.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo ku welatî di şert û mercên zehmet ên berf û barînê de zehmetiyan di gihandinê de nekişînin, bi şaredariyên navçeyan re hevpar li ser rêyên navenda bajêr û gundan xebatên xwe didomîne. Tîm, ji bo ewlehiya hatûçûna welatiyan 7/24 dixebitin.
Ji bo vekirina 57 kîlometre rê xebat tên meşandin
Di çarçoveya xebata rê ya hevpar a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Şaredariya Pasûrê re dimeşîne, ji bo vekirina 20 kîlometre rêya gundê Hartik û Mezra Mêrga ya gundê Memedikanê û 12 kîlometre rêya gundê Nedaran, bi tevahî 32 kîlometre rêya ku ji ber berfê girtîbû, dest bi xebatan hat kirin.
Her wiha li gundê Tûtanan jî ji bo rêya 25 kîlometre rêya reglaj û paqijkirina hezazê dest bi xebatan hat kirin.