Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li cihên nû yên rûniştinê yên navçeya Kayapinarê rêwîtiyeke rehet û bêzehmet bê pêkanîn, dest bi çêkirina rêyeke nû ya ku tê plankirin 3 hezar û 200 metre be, kir.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Lênêrîna Rêyan û Binesaziyê, ji bo ku hemwelatî li cihên nû yên rûniştinê rastî pirsgirêkên rêwîtiyê neyên, karên xwe didomîne. Di çarçoveya van karan de li navçeya Kayapinarê dest bi çêkirina rêya ku dûmahîka Kolana Jiyanê û Kolana Nazim Hikmet e, hat kirin. Tê armanckirin ku rêya ku firehiya wê 30 metre ye û dirêjahiya wê 3 hezar û 200 metre ye, di mehên pêş de bê temamkirin û pêşkêşî xizmeta hemwelatiyan bê kirin.
'Me dest bi karên xwe kir'
Birêvebirê Şaxa Çêkirina Rêyan Bariş Çetinkaya, der barê karan de agahî da û diyar kir ku wan ji meha adarê ve dest bi karên xwe kirine û wiha got: "Herêma ku em lê ne li sînorên navçeya Kayapinarê, li hemberî Nexweşxaneya Bajar a ku nû hatiye çêkirin e. Ev dever qadeke ku TOKÎ'yê nû rêxistin kiriye. Ji ber vê yekê rêyên avadaniyê yên me ne vekirî ne. Ji bo ku Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê karibe xeta kanalizasyonê ya ku dê li qada heyî çêbike temam bike, diviyabû rêyên li herêmê bên vekirin. Me jî li vê nuqteyê dest bi karên xwe kir."
'Em plan dikin ku beriya ku rûniştin dest pê bike em rêyê temam bikin'
Çetinkaya anî ziman ku li herêmê gelek qadên rûniştinê hene, ji ber vê yekê rêyeke nû ya bi firehiya 30 metreyan dê bê çêkirin û wiha axivî: "Li herêma ku em lê ne avahiya xizmetê ya Midûriyeta Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê, û herwiha qadên taybetî yên xaniyan jî hatine çêkirin. Gihîştina qadên xaniyan heta niha nayê pêkanîn. Em jî plan dikin ku beriya ku rûniştin dest pê bike em rêyê temam bikin. Kolana Jiyanê kolaneke ku firehiya wê 30 metre ye û dirêjahiya wê 750 metre ye. Ji bo ku ev kolan bêtir demdirêj be, em karên xurtkirina rêyê bi 80 santîm tijîkirina keviran û 20 santîm stabilîze jî dikin. Piştî ku em wê bînin asta terasmanê, em ê vê herêmê radestî DÎSKÎ'yê bikin."
Çetînkaya anî ziman ku li Kolana Nazim Hikmet jî karên tijîkirinê berdewam in û got ku di encama karan de Kolana Nazim Hikmet, Kolana Jiyanê û Kolana Abdulkadir Topkaç ku dê bigihêje dirêjahiya 3 hezar û 200 metreyan, bi derbasbûna ji derdora Fermandariya Wilayetê ya Cendirmeyan, dê gihîştina yekîneyên nû yên rûniştinê û qadên nû yên rûniştinê yên li wê derê bê pêkanîn.