Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna Desteya Koordînasyonê ya Bajêr a dewra 1em a sala 2025an bû.
Civîna Desteya Koordînasyonê ya Bajêr a dewra 1em a sala 2025an a Amedê, li Salona Konferansan a Serokatiya Şopandina Veberhênan û Koordînasyonê (YÎKOB) pêk hat. Di civîna ku bi serokatiya Walî Murat Zorluoglu hat lidarxistin de, Hevseroka Şaredariya Mezin Serra Bucak, Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerifoglu, hevserokên şaredariyên navçeyan, û nûnerên sazî û dezgehên fermî beşdar bûn. Di civînê de rewşa projeyên ku di bernameya veberhênan a bajar de cih digirin hat nirxandin.
Civîn, piştî pêşkêşkirin û nirxandinên der barê veberhênanan de bi dawî bû.