Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, heyeta ku ji bo bernameya "Raborî Pêşeroj e" hatine bajêr û di nav wan de akademîsyen, nivîskar û hunermend jî hene, pêşwazî kirin.
Ji bo bernameya "Raborî Pêşeroj e" ku ji bo parastina bîreweriya çandî hatiye amadekirin û mêvandariya Şaredariya Bajarê Mezin, akademîsyen, nivîskar û hunermendên ku di nav wan de Michael Löwy, Eleni Varikas, Gretchen Dutschke-Klotz û Göran Therborn jî hene, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Piştî pêşwaziyê, Hevşaredaran bi heyetê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, girîngiya parastina bîreweriya çandî hat destnîşankirin û li ser parastina mîrateya çandî ya Diyarbekirê û veguhestina wê ji bo pêşerojê nêrîn hatin parvekirin.
Hevserokên Şaredariyê ji bo serdanê spasiya nivîskar û hunermendên mêvan kirin.
Di serdanê de, Berdevkên Meclisê Emine Akin û Abdulselam Înceoren, Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz û endamê meclisê, bi hevserokên şaredariyê re amade bûn.