Print this page

Li Amedê ji bo tevkariya avê wê li dibistanan semîner bên lidarxistin

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê û Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Amedê, bi armanca dayîna hişmendiya tevkariya avê û jîngehê ji xwendekarên dibistana seretayî re, li ser destpêkirina "Semînerên Perwerdehiya Qasidên Avê" protokola hevkariyê îmze kir.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgeha Amedê, bi armanca ku ji temenên biçûk ve hişmendiya tevkariya avê û jîngehê bê bicihkirin, protokola hevkariyê îmze kir. Di çarçoveya protokola ku ji aliyê Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu û Rêveberê Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê Murat Kuçukalî ve hatiye îmzekirin de, "Semînerên Perwerdehiya Qasidên Avê" ji bo xwendekarên dibistana seretayî hatin destpêkirin.

Bi protokolê, di çarçoveya bernameya perwerdehiyê de ku wê di sala perwerdehiyê ya 2024-2025an de xwendekarên pola 1 û 4 ya dibistana seretayî digire nav xwe, wê ji zarokan re mijarên wekî girîngiya avê, rêbazên tevkariyê û parastina çavkaniyan bên vegotin.

'Ava me pêşeroja me ye'

Di perwerdehiyan de ku wê bi mijarê "Ava Me Pêşeroja Me Ye" bên lidarxistin, mijarên wekî çerxa avê, bikaranîna bi hişmendî û pêşîlêgirtina qirêjbûnê wê bi rêbazên berhevkar bên veguhestin. Ji xwendekarên ku perwerdehiyê temam bikin wê "Sertîfîkaya Qasidên Avê" bê dayîn.

Armanc ew e ku bi sepanên pratîk hişmendî bê pêkanîn

Perwerdehî wê bi tenê ne bi agahiyên teorîk sînordar bin, herwiha wê çalakiyên pratîk jî bigirin nav xwe ku wê bibin sedema ku xwendekar di jiyana rojane de hişmendiya tevkariya avê bi dest bixin. Materyalên perwerdehiyê û naverokên wê wê ji aliyê DÎSKÎyê ve bên amadekirin; Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê wê koordînasyona sepanê li dibistanan dabîn bike.

'Em Qasidên Avê yên pêşerojê digihînin'

Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, guh kişand ser wê yekê ku hişmendiya avê di zarokatiyê de dest pê dike û got ku bi vê projeyê wê kesên bihestyar ên pêşerojê bên gihandin.

Rêveberê Perwerdehiya Neteweyî yê Parêzgehê Murat Kuçukalî jî anî zimên ku ev hevkarî ji bo nifşên dostê jîngehê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Wê nirxandin û şopandina pêvajoyê bê kirin

Bandora perwerdehiyan wê bi paşxuranên ku wê ji xwendekar û mamosteyan bên girtin ve bên nirxandin, naverok wê li gorî pêdiviyan bên nûkirin. Ev proje ku li Amedê armanca wê pêşxistina hişmendiya avê ye, wê bi demê re li hemû navçeyan bê belavkirin.

Semînera yekem wê li Baxlarê dest pê bike

Destpêka "Semînerên Perwerdehiya Qasidên Avê", wê di 21ê Nîsanê de li Dibistana Seretayî ya Arîf Eminoglu ya li navçeya Baxlarê bê dayîn. Rawestgeha duyemîn a semîneran wê di 24ê Nîsanê de Dibistana Seretayî ya Fatih be.

 

Image Gallery