Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgiriya malbatan "Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" dest pê kir.
Serokatiya Xizmetên Civakî, bi geşkirina rewşa aborî ya hemwelatîyan, ji bo zêdekirina hevkarî û alîkariya civakî xebatên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de Midûriyeta Şaxa Alîkariya Civakî, "Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" dest pê kir.
Serlêdanan dest pê kirin
Bi sepandina "Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî", Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hem barê malbatan sivik dike û hem jî dê beşdarî kêfxweşiya malbatan bibe. Serlêdan dê li ser ALO 153, Serokatiya Xizmetên Civakî Midûriyeta Şaxa Alîkariya Civakî û sosyaldestek.diyarbakir.bel.tr bên kirin. Di "Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî" de "paçik, pedên paqijiyê, germîpîv, destmalên şil, cil û bergên zarokan, şampûya zarokan, krem ji bo pişikê û çanteyên zarokan" hene.
Wergirtina Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî
Şertên ji bo serlêdana zarokên nû çêbûyî ev in: Hemwelatiyên ku li Amedê dijîn û zarokên wan ên 0-1 mehî hene dikarin serî li Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî bidin. Kesê/a ku serlêdanê dike divê ji 18 salî mezintir be. Di hefteya 20 û 36an a ducanîbûnê de mirov dikare serî lê bide. Piştî zarokbûnê, bi raporta zarokbûnê ya zarok an jî bi nasnameya zarok a pêş û paş dikare pakêt bê wergirtin.
'Em ji bo hemû zarokên xwe jiyaneke bextewar dixwazin'
Di Pakêta Piştgiriya Zarokên Nû Çêbûyî ya ku dê ji malbatan re bê dayîn de dê peyama Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun cih bigire. Peyama Hevşaredaran wiha ye:
"DAYIK û BAVê me yên hêja
Em wek Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di vê roja we ya bi wate de, em dixwazin bi 'Pakêta me ya Zarokên Nû Çêbûyî' beşdarî kêfxweşiya we bibin.
Em ji bo ku dayikên me û zarokên me, ku nîşaneya rojên xweş û dahatûyeke dilşad in, di hawîrdoreke tendurist û civakeke aştiyane de bijîn, em ê xebatên xwe bidomînin.
Em te di van rojên destpêkê yên ezmûna dayikbûnê de pîroz dikin; em ji bo zarokê/a te yê/a hêja yê/a ku tu bi kedeke mezin mezin dikî û di şexsê wî/wê de, ji bo hemû zarokên me jiyaneke bi rûmet, azad û bextewar dixwazin."