Print this page

Bernameya 'Raborî Pêşeroj e' bi gotûbêjê bi dawî bû

Bi piştgiriya Şaredariya Mezin a Amedê di çarçoveya projeyê "Raborî Pêşeroj e" de gotûbêjên ku ji du rûniştinan pêk tên hatin lidarxistin.

Di roja dawîn a projeyê navneteweyî ya bi navê "Raborî Pêşeroj e" ku ji aliyê Ulaş Bager Aldemir ve hat lidarxistin û armanca wê aşkerekirin û dîtbarkirina mîrateya entelektuelî û siyasî ya salên 1960î ye û ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve mêvandarîya wê hat kirin, gotûbêjek bi sernava rûniştinan "Ji salên 60î heta 90î Rewşa Çandî û Siyasî" û "Raborî, Nostaljî û Ûtopya" hat lidarxistin.

Di rûniştina yekem a gotûbêjê de ku bi sernava "Ji salên 60î heta 90î Rewşa Çandî û Siyasî" li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amed hat lidarxistin, Eleni Varikas pêşkêşiyek kir. Varikas got ku mesafeya di navbera 1968 û pêşerojê de bi awayekî xêzî û pêşveçûnî nayê diyarkirin û divê bûyerên ku piştî 68ê serdest bûne bi awayekî taybetî cardin bên nirxandin. Variski, destnîşan kir ku dirûşma nifşê 68ê ya "Rasyonel be, tiştê ne gengaz bixwaze" di rastiyê de bi rêya çalakiyan tiştê ne gengaz pêk anîn e.

Omer Laçîner ku yek ji kesên berbiçav ên nifşê 68ê li Tirkiyeyê ye, anî ziman ku salên 60î û 70î li demên piştî xwe dubare dibin û ev hewldanek dawîn a modernîzmê ye, û wiha got: "Demên modern du hebûn nîşan didan. Kapîtalîzm û sosyalîzm. Nifşê 68ê li dijî herduyan serhildêr bû, tevgera berteka li hember kapîtalîzm û sosyalîzma reel bû. Eger siyasî lê bê nêrîn di rastiyê de têkçûnek e. Ev krîzek zêhniyeta modern bû jî. Tiştê ku ji 68ê ji me re maye dema ku tiştekî nû diceribînin, bi yê kevn ve girêdayînebûn e. Divê em awayên çareseriyê yên nû, rêyên nû bibînin. 68 wekî hewldanekê girîng e lê divê mirov tiştên nû bibêje. Da ku mîrate bimîne ji bo guherandina tiştan. Dema ku hêzên afirîner tên tevgerandin, pirsgirêka ku neyê çareserkirin tune ye."

Gultan Kişanak: Divê em bibin xwedî-kiryar

Hevşaredara berê ya Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak, bi tekezkirina li ser girîngiya pêkanîna civînê li Amedê ku xwedî cihekî girîng ê siyasî ye, dest bi gotinên xwe kir. Kişanak a ku balê dikişîne ser wê ku divê civak li şûna lêgerîna xilaskerek bikare bibe xwedî-kiryar, wiha got: "Divê em wekî gel, wekî takekes, gundî, jin, xwedî-kiryarbûnê bipirsin. Îro gazî ji bo aştî û civaka demokratîk heye. Ev gazî ji me hemûyan re hatiye kirin û divê em hemû xwe wek xwedî-kiryar di mijarên civaka demokratîk de bi cih bikin. Xwedî-kiryarbûn gelek bi qîmet e."

Kişanak a ku anî ziman ku dema ku bayê tevgera 68ê dihat zarok bû, lê wekî nifşê 78ê bi bandora vî bayî polîtîze bû û şikil girt, got: "Di muhtîraya 71ê de ji ber ku bavê min sendîkager bû û birayên min di nav çalakiyên polîtîk de bûn, bavê min di hewşa mala me de pirtûk şewitandin. Ev nîşaneya metaforîk a birîna tevgera 68ê bû." Kişanak, anî bîra me ku di salên 70î de li ser mijarê ka pirsgirêka kurdî pirsgirekeke netewî ye an pirsgirekeke çewisandinê ye nîqaş dihatin kirin. Kişanak a ku anî ziman ku di wê serdemê de bi rêya dirûşmeya "dawî li çewisandina zayendî, çînî, netewî" nikarîbûn pirsgirêka jinan bigihînin îro, wiha got: "Tiştê ku dê dawî li vê çewisandinê bianîya şoreş bû û em wek jin ne di rewşeke wisa de bûn ku em li çareseriyê bigerin. Teoriya qutbûna ji mêran di pêşveçûna tevgera jinên kurd de di warê hilberandina çareseriyên li gor taybetmendiyên jinan de rol lîst." Kişanak gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê mirov bi rêya ku kesên din diyar dikin tevnegere. Ne tiştê ne gengaz xwestin, rê li ber me vedike."

Therbon: Bîra kolektîf û berdewamî amûrek girîng e

Di rûniştina duyem a bi sernava "Raborî, Nostaljî û Ûtopya" de, Göran Therbon got ku projeyê "Raborî Pêşeroj e" nêzîkatîyek provokasyon e, dilê wî geş dike û wî dixe nav ramanê. Therbon wiha axivî: "Çarçoveyên demê di dem û cih de çawa diguherîn? Dema ku em li kokên projeyê dinêrin, bîra kolektîf û berdewamî ji bo tevgerek têkoşer amûrek girîng e. Ev fikir di rastiyê de rastiyeke civakî ya girîng jî nîşan dide. Pêşeroja me bi cihê ku em lê ji dayik bûne, em li cem kê û di kîjan şert û mercên Raborîî de ji dayik bûne ve girêdayî ye. Em vê jî ji bîr nekin ku çiqas pêşeroj bi boriyê ve bê şiklîdayîn, mirov ji azadiyê dûr dibe û hewcedariya bi tevgera azadiyê jî ewqas zêde dibe."

Sancar: Ûtopya tam ji bo rêveçûnê ye

Siyasetmedar Mithat Sancar jî dest bi gotinên xwe kir bi anîna ziman ku borî ne bi vegotineke zuha lê tenê bi vegotina wê wekî çîrokî dikeve nav bîra kolektîf, û got ku Sırrı Süreyya Önder ê ku jiyana wî bi berxwedan û tekoşînê derbas bûye, çîrokbêjekî baş e. Sancar ê ku anî bîra me ku di 30 salên dawîn de xebatên bîrê geş bûne, got ku kes, sazî jî xwedî bîr in û li ser bîra kolektîf êdî dudilî nemaye. Sancar wiha got: "Helbet ev xebatên bîrê ne hertim encamên baş didin. Hûn ji ku ve lê dinêrin û ji bo çi armanc tên kirin jî girîng e." Sancar ê ku got ku tevgera 68ê; azadiyan bi temamî di her qada jiyanê de jiyîn, derxistina têgeha desthilatdariyê ji holê wek tiştekî ku jiyanê diyar dike, wiha domand: "Çandparêzî, zayenda civakî, tevgera aştiyê ku ji 68ê ji me re mane, li jiyanê nêrînê şikil daye. Şikilpêdana jiyana xwe, bûna hevparê desthilatdariyê, bûna xwedî-kiryarê avakirinê û di her warê ku mirov tê de ye de rol lîstin mîrateyeke girîng a 68ê ye."

Michael Löwy jî di pêşkêşiya xwe de got ku şoreşgerên romantîk di rojeva tevgerên civakî de cih digirin. Löwy yê ku got ku romantîzm ne tenê tevgerek wêjeyê ye, tevgerek pir berfireh e wekî raman, huner, wêne, zanistên civakî, wiha got: "Romantîzm serhildanek çandî ya li dijî şaristaniya modern e. Tiştê ku red dikin; gihandina nirx û hêjayên derbasdar, estetîk, çandî di ser nirx û bihayên diravî re."

Çalakiya Raborî Pêşeroj e bi konser a ku ji aliyê JinMa ve hat dayîn bi dawî bû.

 

Image Gallery