Print this page

Şanda Rennesê li Amedê, pira dostaniyê ava dike

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Komeleya Dostaniya Kurd a Bretanyayê Tony Rublon û endamên rêveberiyê pêşwazî kirin.

Amed, di çarçoveya têkiliyên dostaniya navneteweyî de mazûvaniya hevdîtineke bi wate kir. Serokê Komeleya Dostaniya Kurd a Bretanyayê Tony Rublon û endamên rêveberiyê yên ku li bajarê Rennes ê Fransayê çalakiyan dimeşînin û Serokê Berê yê Weqfa Danielle Mitterrand Jeremie Chomette, serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.

Şanda ku ji aliyê Hevşaredaran Serra Bucak û Dogan Hatun ve hat pêşwazîkirin, hem ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî li Hevşaredaran kirin hem jî nameyeke taybet a ku ji aliyê Serokê Şaredariya Rennesê ve hatibû nivîsandin pêşkêşî Hevşaredaran kirin. Serokê Komeleyê Tony Rublon ku li ser navê şandê axivî, diyar kir ku ew ji bo geşkirina hestên hevgirtin û biratiyê hatine.

Hevşaredar: Em bi biryar in ku hevgirtinê mezin bikin

Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku ji bo destpêkirina têkiliyeke bajarên bira ya fermî di navbera Amed û Rennesê de, dê pêvajo bi awayekî dualî were destpêkirin. Hevşaredaran, kêfxweşiya xwe ya ji vê serdana bi wate anîn ziman û gotin, "Têkiliyên bi vî rengî yên ku li ser aştiyê, çandê û biratiya di navbera gelan de hatine avakirin, dibin wesîle ku em bi hêvî li pêşerojê binêrin. Em bi biryar in ku vê pira hevgirtinê ya ku di navbera Rennes û Amedê de hatiye avakirin mezin bikin."

Di serdanê de Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulay Kiliç, Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dinar jî bi Hevşaredaran re bûn.

 

Image Gallery