Şandeyek ji Komeleya Dostaniya Kurd a Bretanyayê serdana Dibistana Agroekolojî û Avhewayê ya ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye vekirin kir.
Şandeya Komeleya Dostaniya Kurd a Bretanyayê ya ku ji bajarê Rennes ê Fransayê hatibû, serdana Serokatiya Daîreya Avhewa û Sifir Bermayî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Seroka Daîreyê Evîn Dînar, xebatên şaredariyê yên di warên domdariya jîngehê, sifir bermayî û têkoşîna li dijî guherîna avhewayê bi Serokê Komeleyê Tony Rublon, endamên rêveberiyê û Serokê Berê yê Weqfa Danielle Mitterrand Jeremie Chomette re parve kir.
Şandeyê serdana Dibistana Avhewayê kir
Di çarçoveya serdanê de şandeyê serdana Dibistana Agroekolojî û Avhewayê kir ku modelên hilberînê yên lihevhatî yên bi xwezayê re û çalakiyên perwerdehiya ekolojîk bi nêzîkatiyek berfireh li qadê têne bicihanîn. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew hem ji binyata felsefî ya dibistanê hem jî ji sepanên wê yên berbiçav gelekî bandor bûne û ev ezmûn ji bo wan îlhamdar bûye.
Armanca avakirina Kampusa Agroekolojîk
Di hevdîtinê de armanca Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya avakirina Kampuseke Agroekolojîk a berfirehtir jî hat parvekirin. Di vê çarçoveya vîzyonê de hêviya piştgiriya darayî û teknîkî hat diyarkirin. Şandeyê diyar kir ku ew ê vê daxwazê bigihînin Serokê Şaredariya Rennesê û di vî warî de çi ji destê wan tê ew ê bikin.