Print this page

Di Hefteya Turîzmê de ji bo xwendekaran geşt hat organîzekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya Hefteya Turîzmê geştek ji bo cihên dîrokî, çandî û xwezayî yên bajêr organîze kir.

Midûriyeta Şaxa Turîzmê ya Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, ji bo danasîna dîroka bajêr, mîrasa çandî û deverên xwezayî yên bajêr geştên danasînê yên ku organîze dike didomîne. Bi boneya Hefteya Turîzmê ya 15-22 Nîsanê, ji bo xwendekarên Lîseya Anadolu ya Şehîdên 15ê Temûzê geştek ji Pira Dehderî, Çemê Reş, Koşka Havînê ya Şêx Qasim û Keleha dîrokî ya Zerzewanê re hat organîzekirin.

Di geştê de hem der barê dîroka Amedê de agahiyên giştî hatin dayîn xwendekaran, hem jî dewlemendiyên çandî û dîrokî yên Çinarê li cih hatin vegotin.

Di tevahiya geştê de bi rêberan re xwendekaran der barê dîroka bajêr de agahî wergirtin û firsend dîtin ku avahiyên dîrokî li cih bibînin.

Di dawiya geştê de belavokên danasîna bajêr li xwendekarên beşdar hatin belavkirin.

 

Image Gallery