Print this page

Hevşaredar beşdarî ayîna Paskalyayê ya li Dêra Meryem Anayê bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî ayîna Paskalyayê ya li Dêra Meryem Anayê bûn.

Cejna Paskalyayê li Dêra Kevnar a Suryanî ya Meryem Anayê ku li navçeya Sûra Amedê ye bi ayînekê hat pîrozkirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, endamên meclîsê û welatî beşdarî merasîma ayînê bûn.

Piştî xwendina duayan, ji mêvanan re hêkên rengîn û nanê Paskalyayê ku sembola Paskalyayê ne, hatin pêşkêşkirin.

Xebatên restorasyonê yên li Dêra Surp Sarkîs li cih hatin lêkolînkirin

Hevşaredaran piştî ayînê, xebatên restorasyonê yên ku salek in li Dêra Surp Sarkîs a li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê didomin, li cih lêkolîn kirin. Serokê Weqfa Dêra Ermenî ya Surp Giragosê Ergun Ayik derbarê dêr û xebatên restorasyonê de agahî da Hevşaredaran.

 

Image Gallery