Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî mewlûda ku ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat hatibû lidarxistin bû.
Meclîsa Dayikên Aştiyê, ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat a ku di 12’ê Adarê de li nexweşxaneya Amedê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû, li avahiya komeleyê ya li navçeya Baglarê mewlûd da.
Ji bilî Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Berîvan Gulşen Sîncar, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr Gulşen Ozer, endamên meclîsê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û dayikên aştiyê beşdarî mewlûdê bûn.
Piştî axaftinên hatin kirin û xwendina mewlûdê, ji bo Sakîne Aratê dua hatin kirin.