Print this page

Şaredarî bi standa "Çareserî li Kampusê" guhdêriya xwendekaran dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi standa xwe ya li Zanîngeha Dîcleyê, daxwaz û pêşniyarên ciwanan yên der barê xizmetên şaredariyê de guhdarî dike.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkîliyên Giştî, ji bo ku xwendekarên zanîngehê hêsantir bigihîjin rêveberiyên herêmî, li pêşiya Navenda Jiyana Xwendekaran a Zanîngeha Dîcleyê standa "Çareserî li Kampusê" vekir.

Karmendên li standê daxwazên ciwanan pirsîn û pêşniyarên wan qeyd kirin. Herwiha, di çarçoveya lêkolîna bandor û fehmkirina xizmetên Şaredariya Mezin a li civakê, ji xwendekaran hat pirsîn ku çi hêviyên wan ji şaredariyê hene.

Li standan, materyalên cihên dîrokî yên bajêr û broşurên Şaredariya Mezin li ciwanan hatin belavkirin.

'Me xwest em biçin cem wan'

Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkîliyên Gel Bêrîvan Guneş, bi karmendên xwe re dîtin û pêşniyarên xwendekaran guhdarî kir û daxwazên wan not kirin. Guneşê diyar kir ku ew bi ofîsên çareserkirina li cih di avahiya xizmetê ya Şaredariyê û Garaja Navendî de serî li dîtinên hemwelatiyên ji her qatê didin, û bi standa ku li zanîngehê danîne guhdariya ciwanan dikin. Guneşê wiha got: "Ciwan dikarin daxwaz, pêşniyar, rexne an jî projeyên xwe ji me, ji şaredariya me re bînin. Ji ber ku ciwanên me ji ber hefteyên îmtîhanê bi kar ve mijûl in û nikarin werin Şaredariya Mezin, me xwest em biçin cem wan. Me xwest daxwaz û pêşniyarên ku ji wan tên, li cih bigirin."

'Hevşaredarên me dê bi ciwanan re hevdîtin bikin'

Guneşê got, piştî ku wek tîma "Çareserî li Kampusê" dîtin û pêşniyarên xwendekaran wergirtin, Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun dê bi ciwanan re bicivin û fikran parve bikin.

'Ji bo me hêvîdar e ku şaredariya me piştgiriyê dide projeyên me'

Xwendekara zanîngehê Îlknur Dagê got ku ew bi projeya Şaredariya Mezin a "Çareserî li Kampusê" hêvîdar bûne.

Dagê da zanîn ku ew di tîma şanoyê ya hunerî ya zanîngehê de cih digire û got: "Carinan dibe ku ji bo çalakiyan hewcedariya me bi piştgiriyê hebe. Mezintirîn piştgiriyê ji şaredariya xwe bibînin, ev bêtir me kêfxweş kir. Niha me daxwazên xwe pêşkêş kirin, ji bo ku em bikaribin bi zanîngehên din re têkillî daynin û herin festîvalan, piştgiriya şaredariya me ji projeyên me re ji bo me hêvîdar bû."

'Xebateke pir baş û cihêreng bûye'

Xwendekarê Zanîngehê Sabahattin Guzel got ku bi saya standê wan delîveya ku daxwazên xwe hêsantir bigihînin şaredariyê bi dest xistiye. Guzel wiha got: "Berpirsên şaredariyê pir eleqedar nîşan dan. Ez ji bo eleqeya wan spas dikim, xebateke pir baş û cihêreng bûye. Pir xweş û pir baş e ku ew wek xwendekar li ser saetên dolana otobûsan guhdariya pirsgirêkên me dikin û eleqedar dibin."

 

Image Gallery