Print this page

Ji bo Şahiya Zarokan ya Biharê eleqeya mezin

Çalakiyên "Şahiya Zarokan ya Biharê" ya ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiye destpêkirin, di roja sêyemîn de li Sumerpark û li Parka Tendûrê ya navçeya Baxlarê bi eleqeyeke mezin pêk hatin.

Çalakiyên "Şahiya Zarokan ya Biharê" ku ji aliyê Şaredariya Mezin ve tên lidarxistin bi armanca şakirina zarokan û beşdarîkirina wan di pêşveçûna fizîkî û zêhnî de, berdewam dikin. Şahiyên ku di navbera 19-22'ê Nîsanê de li çar navçeyên navendî yên bajêr tên lidarxistin, îro gihîştin qonaxa sêyemîn li navçeya Baxlarê.

Eleqeya mezin ji bo çalakiyan

Çalakiyên ku li Sumerpark û li Parka Tendûrê ya navçeya Baxlarê hatin lidarxistin, bi eleqeyeke mezin ji aliyê zarokan ve hatin pêşwazîkirin. Festîval di bin pêşengiya Midûriyeta Karûbarên Zarokan a ser bi Serokatiya Karûbarên Civakî ve; bi hevkariya serokatiyên karûbarên Ciwanan û Sporê, Çand û Karên Civakî û Karûbarên Astengdar û Pîran hat organîzekirin, û ji aliyê şaredariyên navçeyan ve jî piştgirî lê hat kirin.

Zarokan bi kêfê tecrûbe bi dest xistin

Di dirêjahiya çalakiyan de zarokan beşdarî gelek çalakiyên werzişî wek futbol, basketbol, tenîsa kortê, dart, dîwarê hilkişandinê, parkura xaniyê kurmikan, tenîsa maseyê û langirt kirin. Bi rengizandina rûyan û festîvala muzîkê re zarokan hem kêf kir hem jî tecrûbeyên nû bi dest xistin.

 

Image Gallery