Print this page

Ji bo Nexşeya Astengdaran dest bi xebatên qadê hat kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê,  ji bo Nexşeya Astengdaran a ku dê were amadekirin ji bo pêşxistina xizmetên ji bo astengdaran, dest bi xebatên qadê kir ku bi 17 şaredariyên navçeyan re bi hevparî bimeşîne.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran, dema ku xizmetên xwe yên ji bo hemwelatiyên astengdar didomîne, ji bo Projeya Nexşeya Astengdaran dest bi xebatê kir. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku karibe baştir xizmetê bide hemwelatiyên astengdar, bi 17 şaredariyên navçeyan re bi hevparî dê bixebite û Nexşeya Astengdaran amade bike.

Tîmên ku ji bo Nexşeya Astengdaran a ku dê were amadekirin hatine avakirin, dê mal bi mal bigerin û astengdaran tespît bikin. Ji bo başkirina şert û mercên jiyana hemwelatiyên astengdar, hemû agahiyên der barê astengdaran de dê di formê de bên dagirtin û di bin koordînatoriya xebatên qadê de bên berhevkirin.

'Dê di diyarkirina polîtîkayên xizmetê de roleke girîng bilîze'

Koordînatorê Giştî yê Xebatên Qadê yê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran Mustafa Yaşar, der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku xebata wan di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Stratejîk a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya 2025-2029'an de tê meşandin. Yaşar diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi şaredariyên navçeyan re di nav koordînasyonê de bimeşînin û wiha axivî: “Xebata ku me dest pê kiriye dê di heman demê de li hemû navçeyan dest pê bike. Daneyên ku em ê bi vê yekê bi dest bixin dê di databasa şaredariya me de bên tomarkirin û di pêvajoyên piştre de bi şaredariyên navçeyên me re bên parvekirin û dê di diyarkirina polîtîkayên xizmetê û stratejiyên şaredariyên me de roleke girîng bilîze. Di ronahiya daneyên ku me bi dest xistine de, em ê bikaribin bigihîjin astengdaran, û bi nêrîneke domdar û gihîştbar, em ê misyonekê bipejirînin ku dikare rê bide standardên jiyana astengdarên me.”

'Bi tespîta li cih dê mudaxele hêsantir bibe'

Yaşar destnîşan kir ku bi xebata ku tê kirin, di rewşên karesatê de tespîtkirina li cih û mudaxeleya ji bo astengdaran jî dê hêsantir bibe û wiha dewam kir: “Daneyên ku em bi dest dixin, di heman demê de nîşanî me didin ku em dikarin di kîjan xalê de çawa bigihîjin astengdaran û ev xebata ku em dikin, di warê tespîtkirina li cih de, dê mudaxeleyên me yên li cih di rewşên rîskên civakî û karesatan de hêsantir bike. Xebatên me dê di şiklê xebatên qadê yên nexşeya astengdaran û berhevkirina daneyan de pêk were. Ev dane dê bi awayekî sîstemî bên analîzkirin û di ronahiya van analîzan de dê ji şaredariya me re nirxek zêde were afirandin û di heman demê de dê qada hereketê ji bo avahiya wê ya saziyî were çêkirin.”

 

Image Gallery