Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li civîna Desteya Rêveberiyê ya Ajansa Pêşxistina Qerejdaxê beşdar bû.
Civîna Desteya Rêveberiyê ya Ajansa Pêşxistina Qerejdaxê li avahiya xizmetê ya ajansê li Amedê pêk hat. Di civînê de, digel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, Waliyê Rihayê Hasan Şildak, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Rihayê Mehmet Yetim û Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşxistina Qerejdaxê Yunus Çolak beşdar bûn.
Di civînê de xebatên ji bo avakirina Jeoparka Neteweyî ya Qerejdaxê hatin nîqaşkirin û amadekariyên ji bo endamtiya Keleha Zerzevanê û herêma Volkanîk a Qerejdaxê di tora UNESCO ya Jeoparka Cîhanî de hatin nirxandin.
Herwiha biryar hat dayîn ku Projeya Navenda Nasandina Turîzmê ya Dîjîtal a Rihayê ku ji aliyê Walîtiya Rihayê ve hatiye amadekirin û Projeya Xurtkirina Potansiyela Turîzmê ya Qotê Berçem ku dê ji aliyê qeymaqamiya navçeya Erxeniyê ya Amedê ve bê pêkanîn, bên piştgirîkirin.