Print this page

DÎSKÎ avê bi rêya dîjîtalkirinê bi rê ve dibe

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca dîjîtalkirina rêveberiya ava vexwarinê, dest bi avakirina avahiya SCADA ya 280 metreçargoşe di nav sînorên Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê de kir.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), gaveke girîng davêje ji bo ku rêveberiya ava vexwarinê ya bajêr bêhtir bi bandor û modern bike. Di vê çarçoveyê de, li navçeya Kayapinarê di nav sînorên Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê de dest bi avakirina avahiyeke nû ya SCADA ku dê bibe xwediyê qadeke bi giştî 280 metreçargoşe hat kirin. Tê armanckirin ku karên avahiyê di dawiya meha hezîranê de temam bibin.

Xala çavdêrî û kontrola navendî

Sîstema SCADA (Supervisory Control and Data Acquisition), wek sîstemeke teknolojîk a pêşketî ku çavdêriya navendî û kontrola dûr a jêrxaneya avê pêk tîne, derdikeve pêş. Avahiya ku dê bê çêkirin dê bibe xala fermana navendî ya vê sîstemê. Ji vir hemû pêvajoyên paqijkirin, veguhestin û belavkirina ava vexwarinê dê di heman demê de bên çavdêrîkirin û rêvebirin.

Di avahiya SCADA de ku dê ji bodrum, qata erdê û qatekê pêk were; navenda şopandinê ku dê pêvajoyên rêvebirina avê bên şopandin, odeyên karmendan û salona konferansê ku dê ji bo civîn û perwerdeyan bê bikaranîn, dê cih bigirin.

Zerar-ziyandêrî dê kêm bibe

Bi saya avahiya SCADA, daketin û zêdebûnên givaşê, xeletî an jî şikestinên ku dikarin di xetên avê yên li seranserê bajêr de çêbibin, dê yekser bên tespîtkirin. Ev yek dê hem derfeta mudaxeleya lezgîn pêk bîne hem jî winda bûna avê bi awayekî berbiçav kêm bike. Di heman demê de, bi saya daneyên ku ji ser sîstemê têne berhevkirin, pêvajoyên lênêrîn û tamîrkirinê dê bêhtir bi plan û bandor bên meşandin.

'Dîjîtalbûn dê derkeve asteke bilindtir'

Cîgirê Midûrê Beşa Veberhênanê ya Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avahiyê ya DÎSKÎ'yê Ozgur Aslan diyar kir ku bi qedandina avahiya SCADA re, dîjîtalbûn di rêvebirina avê de dê derkeve asteke bilindtir. Aslan got: "Ev proje ne tenê dê bibe veberhênaneke teknolojîk, di heman demê de, di vê demê de ku gefa hişkesaliyê zêde dibe, dê rêvebirina çavkaniyên avê ya zêdetir domdar û aqilane jî pêkan bike."

DÎSKÎ, bi vê veberhênana nû ya jêrxaneyê hem dê berdewam be li pêşkêşkirina ava bênavbir û ewle ya bajêr hem jî armanc dike ku îro xwe bigihîne standardên rêvebirina ava pêşerojê.

 

Image Gallery