Print this page

Lîstikvanê şanoyê Tarhan, ezmûnên xwe yên xwebêjiyê bi ciwanan re parve kir

Koray Tarhan ê ji lîstikvanên Îstanbulimproyê ku di çarçoveya 10. Festîvala Şanoyê ya Amedê de atolyeya performansa xwebêjiyê birêve bir, ezmûnên xwe bi ciwanan re parve kir.

10. Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBAŞT) ve tê organîzekirin, bi xebatên atolyeyê didome. Yek ji xebatên atolyeyê yên ku ji aliyê ciwanên eleqedar ên şanoyê ve eleqeyeke mezin dibîne jî atolyeya performansa xwebêjiyê bû ku ji aliyê lîstikvanê Îstanbulimproyê Koray Tarhan ve dihat birêvebirin.

Xebata atolyeyê bi ciwanan re

Di xebata atolyeyê ya li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê ku piraniya beşdaran kursiyerên şanoyê bûn de, hunermend Tarhan bi fermanên cuda cuda tevger bi ciwanan da kirin û diyar kir ku xwebêjî hestiyar e û divê ew hewl nedin ku xeletiyan nekin. Tarhan xwest ku hem beden û hem jî hiş di heman demê de bi kar bînin û bêyî ku li tevgera din bifikirin tevbigerin.

'Me ezmûnên xwe bi ciwanan re parve kirin'

Piştî atolyeya sê saetan axivî, Tarhan wiha got: “Di 27ê Nîsanê de bi lîstika “Şöhret Kapısı” em di Festîvala Şanoyê ya Amedê de bûn. Me bi sê temaşevanên ku di jiyana xwe de qet derneketine ser dikê û bi beşdariya temaşevanên din re performansek xwebêjiyê pêşkêş kir. Pir xweş bû. Ev yek ezmûneke bêhempa li me zêde kir. Îro jî me ezmûnên xwe yên der barê xwebêjiyê de bi ciwanan re parve kirin. Hêvîdar im ku me fikrên xwe yên der barê afirandina kolektîf de parve kiribin. Em spasiyên xwe pêşkêşî ekîba festîvalê dikin ku me li vir mêvan kir û ev derfet pêşkêş kir. Ji kerema xwe werin, bînin, bila festîval bijî.”

'Festîval ji bo gelê me derfeteke mezin e'

Tuba Erkek a ku yek ji ciwanên beşdarî atolyeyê bû, diyar kir ku ew ji Mêrdînê hatiye ji bo şopandina festîvalê û got: “Ev festîval ji bo temaşekirina lîstikên cuda derfeteke pir mezin dide me. Bi taybetî xebata atolyeyê pir kêfxweş bû. Der barê şanoyê de gelek agahiyên baş da me. Ev ji bo me bû zemîneke girîng. Festîval ji bo ciwanan, ji bo gelê me derfet û şanseke mezin e.”

'Me perspektîveke berfireh bi dest xist'

Kursiyerê şanoyê Omer Akkan jî diyar kir ku ew beşdarî atolyeya nivîsandina ji bo sahneyê jî bûye û got: “Me der barê nivîskariyê de perspektîveke berfireh bi dest xist. Me hûrgiliyên der barê xwebêjiyê de jî dîtin. Em hêvî dikin ku berdewamiya van cure atolyeyan were, ji ber ku ez bawer dikim ku ji bo me gelek kêrhatî ne.”

 

Image Gallery