Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gerînendeyîya Giştî ya DÎSKÎ, ji bo dabînkirina hewcehiyên avê yên ku di mehên havînê de zêde dibin û ji bo pêşîlêgirtina qutbûna avê, li tax û gundên girêdayî navçeyên Sûr û Baxlarê dest bi projeyeke girîng kir.
Gerînendeyiya Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo çareserkirina daîmî ya pirsgirêka ava vexwarinê li cihên rûniştinê yên girêdayî navçeyên Sûr û Baxlarê, dest bi "Projeya Koma Ava Vexwarinê ya Taxa Yeşildere" kir.
Çavkaniya avê ya alternatîf wê bê pêşkêşkirin
Bi Projeya Koma Ava Vexwarinê ya Taxa Yeşildere ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Veberhênanê ya Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avahiyan a DÎSKÎ'yê ve tê birêvebirin, barê tora ava vexwarinê ya heyî ya bajêr wê bê sivikin. Di vê çarçoveyê de, bi bîra sondajê ya ku wê bê vekirin, ji bo 5 cihên rûniştinê yên ku ji tora bajêr av digirin, wê çavkaniya avê ya alternatîf bê pêşkêşkirin. Bi vî awayî, hem ji bo hemwelatiyên li herêmên gundan xizmeteke bêtir bênavber wê bê pêşkêşkirin hem jî sûdana ava navendê bajêr wê bibe rewşeke hewsengtir û berdewamtir.
Hezar û 737 kes wê sûd wergirin
Bi projeyê re, ji bo navenda Taxa Ozdemir a girêdayî navçeya Baxlarê, gundên Gonendî û Gumuşler, gundên Yeşildere û Çikintaş ên girêdayî navçeya Sûrê, wê çavkaniyeke avê ya derveyî tora bajêr bikeve dewrê. Bi saya vê projeyê ku bi tevahî hezar û 737 hemwelatî wê jê sûd wergirin, qutbûnên avê yên ku ji ber kêmbûna fişarê bi taybetî di mehên havînê de dikarin pêk werin, wê bigihîjin asta herî kêm.
3 hezar û 310 metre hat wê bên razandin
Di çarçoveya projeyê de 3 hezar û 310 metre boru wê bên razandin, depoyeke avê ya bingeh bi kapasîteya 100 metrekup û sîstemên pompayan wê bên avakirin. Bi temambûna bingeha teknîkî ya di dawiya meha Pûşperê (Hezîran) de, ne tenê wê pêşî li qutbûnên avê bê girtin, di heman demê de pirsgirêkên ji hişkesaliya demî û xerckikariya zêde ya avê jî bi awayekî girîng wê bên kêmkirin.