Print this page

Serdana pîrozbahiyê ji bo Hevserokan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun serdanên pîrozbahiyê yên saziyên sivîl qebûl kirin.

Komeleya Karsazên Mobilê ya Amedê, Komeleya Hilberînerên Şîrê Çermûgê, Seroka Însiyatîfa Kooperatîfa Jinan a Çermûgê û endamên lijneya rêveberiyê serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun pêk anî.

Di serdanên li avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin de, nûnerên saziyên sivîl, Hevşaredar pîroz kirin û di peywira wan de serkeftin xwest.