Print this page

Hevserokê Şaredariya Amedê Hatun şantiyeya asfaltê saxtî kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, çû saxtîkirina cihê înşaata asfaltê.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, li Devegeçîdiyê kargeha asfaltê ya şaredariyê ziyaret kir û saxtî kir. Hatun li înşaatê geriya û der barê xebatên li vir de ji midûriyetên yekîneyê agahî girt.

Hatun bi karkerên înşaatê re sohbet kir û destnîşan kir ku divê xebat bi baldarî bê meşandin.