Print this page

Hevserokan serdana şaredariyên Baglar û Peyasê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, serdanek ji bo şaredariyên Baglar û Peyasê Pêk anî.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatûn ji bo der barê xebatên şaredariyên navçeyan de agahiyê werbigirin serdanên xwe didomînin. Hevşaredarên ku çûn serdana Şaredariya Baglarê ku Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk jî pê re bû, ji aliyê Hevşaredar Siraç Çelîk û endamên meclîsê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştre Hevşaredar derbasî Şaredariya Peyasê bûn. Hevşaredar ji aliyê Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sincar û Cengîz Dundar û endamên meclîsê ve hatin pêşwazîkirin.

Hevşaredar Bucak û Hatûn di çarçoveya serdanên şaredariyê de der barê xebatên li navçeyan tên meşandin de ji hevserokan agahî girtin.

Hevşaredaran di peywira xwe ya nû de ji Hevşaredarên Peyas û Baglarê re serkeftin xwest.