Print this page

Hevşaredar Bucak serdana beşên Şaredariyê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Midûriyeta Xizmetên Civakî, Çand û Karûbarên Civakî û Spora Ciwanan seh kirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Xizmetên Ciwan û Sporê yên li Qada Jiyana Hevpar a Sûmerpakê û Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî û yekîneyên girêdayî wê yên ku li ÇandAmedê xebatên xwe didomînin ziyaret kir. Di serdanê de Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Serkan Demîrkiran û Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Çagla Sanay bi Hevşaredar Bucak re amade bûn.

Hevserok Bucak li yekîneyan geriya, demekê bi xebatkaran re sohbet kir û der barê xebatê de agahî ji serokên daîreyan girt.

Hevserokatiyê xwest xebat bi baldarî bên meşandin.