Hevserokên Şaredariya Amedê kampanyaya paqijiyê da destpêkirin

 

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi ekîbên xwe yên paqijiyê li Çarêyana navçeya Baxlarê dest bi xebatên paqijiyê kirin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo paqijkirina 136 rêgayên sereke, meydan, termînalên otobûsan ên navbajaran, termînalên otobusan ên navçeyan, odeyên hawarçûnê yên nexweşxaneyên taybet û dewletê û qadên bendewariyê yên li navenda bajêr dest bi kampanyaya paqijiyê kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Baxlarê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn beşdarî kampanyaya ku li Taxa Çarêyana navçeya Baglarê destpêkirî, bûn. Hevserokan li gel wesayitên paqijiyê û karkerên paqijiyê kolan û peyarêk bi ava şid şûştin. Welatiyan di dema xebatê de eleqeyeke mezin nîşanî Hevserokan dan û bi çepikan piştgirî dan Hevserokan.

Bucak: Ji bo Amedeke paqij

Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak der barê kampanyayê de daxuyanî da û diyar kir ku wan li gel şaredariyên Baxlar, Yenîşehîr, Sûr û Peyasê ji bo 136 noqteyên bajêr dest bi xebat û kampanyaya paqijiyê kirine û got, "Îro me dest bi kampanyayê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin, Hevşaredarên Baxlar û Yenîşehîrê, gelê me û beşdarî vê xizmeta paqijiyê bûn. Em bi ekîbên xwe re ji Çarêyana Baxlarê dest pê dikin. Di xebatên me de wê kolanên me bi rêbaza şûştina nekîmyewî bên paqijkirin. Ji îro û pê ve em ê kampanya xwe ya ji bo Amedê û Baxlareka paqijtir bidomînin. Herweha divê em ji bo paqijkirina bajêr çopê xwe bavêjin konteynir û selikên çopan û kixdandan da ku bajarê xwe baş paqij bikin. Rêya me ronî be!"

Li Baxlarê kolan hatin paqijkirin

Ekîbên karkerên paqijiyê cadeyên Nuket Coşkun, Fatîh û Gorselê ên navçeya Baxlarê bi şev bi ava şil şûştin û paqij kirin.

Salname Lêgerîn

« Gulan 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31