Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun qadên projeyê seh kirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li cihên cuda yên bajêr qadên projeyê lêkolîn kirin. Hevşaredar ewil çûn Baxçeyê Nebatên Aromatîk ên Derman ên li ser Rêya Farqînê. Hevşaredaran baxçeyê giyayan kontrol kirin û der barê xebatê de agahî ji yekîneyên pêwendîdar wergirtin.
Kontrola li deverên projeyê
Piştre jî Hevşaredar çûn Baxê Fêkî ya Dîclekent a navçeya Kayapinarê û li baxçe geriyan. Hevşaredaran li ser qadên projeyên ku dê aboriya herêmî, hilberîn û îstîhdamê xurtir bike lêkolîn kirin û der barê projeyan de bi serokên yekîneyên têkildar re nêrînên xwe guherandin.
Yekîne ziyaret kirin
Hevşaredaran serdana kampûsa ku Rêveberiya Park û Baxçeyan, Parastin û Kontrola Jîngehê, Wezareta Geşedana Gundan û Rêveberiya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî lê ne, kirin û avahiyên li kampusê lêkolîn kirin.
Hevşaredaran der barê projeyan de ji Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Erdogan Dagdelen, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Îbrahîm Yalçin, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer û Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyan Evîn Dînar agahî wergirtin.