Hevşaredaran qadên projeyê seh kirin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun qadên projeyê seh kirin. 

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li cihên cuda yên bajêr qadên projeyê lêkolîn kirin.  Hevşaredar ewil çûn Baxçeyê Nebatên Aromatîk ên Derman ên li ser Rêya Farqînê.  Hevşaredaran baxçeyê giyayan kontrol kirin û der barê xebatê de agahî ji yekîneyên pêwendîdar wergirtin. 

Kontrola li deverên projeyê

Piştre jî Hevşaredar çûn Baxê Fêkî ya Dîclekent a navçeya Kayapinarê û li baxçe geriyan.  Hevşaredaran li ser qadên projeyên ku dê aboriya herêmî, hilberîn û îstîhdamê xurtir bike lêkolîn kirin û der barê projeyan de bi serokên yekîneyên têkildar re nêrînên xwe guherandin. 

Yekîne ziyaret kirin

Hevşaredaran serdana kampûsa ku Rêveberiya Park û Baxçeyan, Parastin û Kontrola Jîngehê, Wezareta Geşedana Gundan û Rêveberiya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî lê ne, kirin û avahiyên li kampusê lêkolîn kirin.

 

Hevşaredaran der barê projeyan de ji Serokê Daîreya Park û Baxçeyan Erdogan Dagdelen, Serokê Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê Îbrahîm Yalçin, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer û Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayiyan Evîn Dînar agahî wergirtin. 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31