Serra BUCAK
- Details
- Hits: 85
Ayşe Serra Bucak Küçük
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê
Serra Bucak Küçük, di sala 1976an de li Amedê hatiye dinyayê. Bucak Küçük, ku eslê xwe ji Sêwregê ye, di sala 1995an de ji Lîseya Anadolu ya Cağaloğlu ya Stenbolê mezun bû. Di sala 2006an de ji beşên Ziman û Wêjeya Almanî û Pedagojiyê yên Zanîngeha Kolnê ya Almanyayê mezun bû. Di navbera salên 2006 û 2011an de koordînatoriya Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Baxlarê kir. Di salên 2014-2016an de şêwirmendiya Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û endametiya meclîsê kir. Di navbera salên 2016 û 2022yan de li ser mijarên zarok û jinan xebat meşand. Di sala 2018an de di nav damezrînerên Komeleya Xebatên Zarokan - ÇocukÇa de cih girt û demekê serokatiya wê kir. Di salên 2022-2023yan de di rêveberiya bajarê Amedê ya Partiya Kesk û Çep de cih girt.